Emre Aytekin
14 Gulan 2026•Rojanekirin: 14 Gulan 2026
Li gorî nuçeya Xinhuayê Şî di daxuyaniya xwe ya di destpêka hevdînan da anî ziman ku ew dixwazin bi Serokê DYAyê Trump re mijarên giring ên ji bo herdu welatan û cîhanê nîqaş bikin û bi pêşxistina têkiliyan ber bi rêya rast va, di siberoja têkiliyên Çîn-DYAyê da rûpeleke nû vekin.
Şî destnîşan kir ku îro li çaraliyê cîhanê veguherînên bêhempa xurt dibin, rewşa navneteweyî ne aram û aloz e û cîhan di xaçerêyek dîrokî ya nû da ye û got, "Divê Çîn û DYA bi hev ra bersiva dijwarîyên serdemê bidin."
Şî tekez kir ku ji bo Çîn û DYAyê ji nakokiyan bêtir berjewendiyên hevpar hene, û serkeftina welatekî ji bo yê din derfetek e.
Şî herwiha diyar kir ku divê her du welat ne rikaberên hev bin, belkî hevkarên hev bin, beşdarî serkeftin û geşbûna hev bibin, û divê hêzên mezin li hev bikin û rêya rast bibînin.
Şî tekezî kir ku têkoşîna desthilatdariyê di navbera her du welatan da ne pêwîst e û ne jî neçar e, û têkiliyên baş ên di navbera her du welatan da dê ji bo cîhanê sûdmend bin, û got, "Em amade ne ku sala 2026an bi dayîna rêyeke rast ji keştiya mezin a têkiliyên Çîn-DYAyê ra û bikin xaleke werçerxê ya dîrokî, sernaveke nû di têkiliyan da vekin."