Mustafa Hatipoğlu
08 Nîsan 2023•Rojanekirin: 09 Nîsan 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da asera hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê yên dijî Mescîda Eqsayê, êrîşa ku li Mescîda Quble da kirin ê midaxaleyên wan ên tund ên dijî kesên li mekanên pîroz sekinîn.
Serokomar Erdogan di axaftinê da diyar kir ku tiştên diqewimin biqasî misilmanan wijdana hemû mirovahiyê jî birîndar dike û destnîşan kir mimkûn nîne ku hember tehrîk û tehdîdên dijî statu û manewiyata Mescîda Eqsayê bêdeng bimînin.
Serokomar Erdogan got ku di vê heyama hesas a ku meha remezanê û Cejna Bêxwarinê ketin heman wextê da divê destûr neyê dayîn ku ev rageşiya ku sireyetî Xaze û Lubnanê kir bêtir zêde bibe .
Serokomar Erdogan diyar kir ku bangewaziyên komên tundraw ên cihû yên ji bo raserî Mescîda Eqsayê bertek û fikaran zêde dikin û destnîşan kir girîng e ku di heyama îtikafê ya ku dê di 11ê nîsanê da dest pê bike misilman bikaribin ê pirsgirêk îbadetên xwe bi cî bînin.
Serokomar Erdogan got divê pêşî lê bê girtin ku ev bûyerên ku her meha remezanê da dubare dikin nebe qedera herêmê û behs kir ji bo tesîskirina aştiya adil û mayînde pêngavan biavêjin amade ne ku çi bikeve ser milê wan bikin.