Nihat Kavşut
25 Gulan 2017•Rojanekirin: 26 Gulan 2017
BRUKSEL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Donald Tuskê Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) û Jean-Claude Junckerê Serokê Komisyona YEyê ra li avahiya Konseya YEyê civiya.
Tusk li ber avahiya Konseya YEyê pêşwaziya Erdogan kir û derbasî salona civînê bûn.

Li ber salona civînê jî Juncker pêşwaziya Erdogan kir û peyra rojnamevanan wêne kişandin û Erdogan, Tusk û Jıncker dest bi civînê kirin.
Civîn ji çapemeniyê ra girtî hat kirin û qederê saetekê ajot.
Di civînê da rewşa dawîn a têkiliyên Tirkiye-Ewropayê û têkiliyên pêşrojê hatin rojevê.
Serokomar Erdogan piştî hevdîtina bi Tusk ve Junker ra bi Antonio Tajaniyê Serokê Parlementoya Ewropayê ra hat bal hev.