Haydar Şahin
02 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo temasên fermî bi teyareya "TC-TRK"yê va li gor saeta Tirkiyeyê di saet 10.10an da hat Pekîna paytextê Çînê.
Balyozê Pekînê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Emîn Onen, Lîu Xîanfayê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Çînê, Balyozê Enqereyê yê Çînê Deng Lî û rayedarên din li Balafirgeha Navneteweyî ya Pekîna Paytext pêşwaziya Serokomarê Erdogan kirin.
Emîne Erdogana xanima Serokomar, Wezîrê Karên Derva Meclut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Cevdet Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê, Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî bi Serokomar Erogan ra hatin Pekînê.
Serokomar Erdgaon ew ê di hevdîtina li Salona Gel a Mezin bi Şî Cînpîngê Serokê Komara Gel a Çînê ra were ba hev.
Herdu serok ew ê piştî hevdîtina rûbirû beşdarî hevdîtinên heyetan bibin. Şî yê ji bo hatine Erdogan xwarina şîvê bide û Serokomar Erdoganê beşdarî xwarinê bibe.
Li bendê ne ku Serokomar Erdogan di ziyareta Çînê da hevdîtinên li ser mijarên herêmî û navneteweyî û pêşxistina têkiliyên dualî bike.