Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Di mijara hevkariya sitratejîk de me di sala 2010an de gav avêt û êdî em di dema pêkanînê de ne. Ji ber vê yekê em bi çevekê sitratejîk li têkiliyên xwe yên bi Çînê re mêze dikin. Ev ziyaret wê ewlehî, nêrîn û têkiliyên di navbera me de xurt bike."
Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng piştî pêşwaziya fermî derbasî civîna di navbera heyetan de a li Salona Gel a Mezin bûn.
Nûçegihan jî hildan qismekê hevdîtina di navbera heyetan di û Serokomar Erdogan di vê qimê de axivî û got, "Birêz Serok û dostê min ên ezîz, ji ber ku 3 sal şûn de hatim ziyareta Pekînê û bi we re hatim cem hev, zehf memnun im. Ji bo eleqeya ku nîşanî min û heyeta bi min re dan ji we re sipas dikim."
Erdogan bi bîr xist ku salvegera 45an ya têkiliyên dîplomatîk ên di navbera herdu welatan de ye û wiha pê de çû: "Di mijara hevkariya sitratejîk de me di sala 2010an de gav avêt û êdî em di dema pêkanînê de ne. Ji ber vê yekê em bi çevekê sitratejîk li têkiliyên xwe yên bi Çînê re mêze dikin. Ev ziyaret wê ewlehî, nêrîn û têkiliyên di navbera me de xurt bike. Di mijara de jî hesasiyeta we heye, me hetanî niha ev hesasiyetên we da ber çevên xwe û li gor vê tev geriyan."
Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng jî di axaftina xwe de got, "Ser çevan re hatin Çînê" û diyar kir ku Erdogan 3 car e pey hev tê Çînê û ev girîngiya têkiliyên di navbera Tirkiye û Çînê nîşan dide.
Şî Cînpîng qala girîngiya tevkariya sitratejîk a herdu welatan kir û got ku dibê têkiliyên di navbera herdu welatan pêşkevin û herdu welat bi hev re bawer bikin.
Wek mayîn Şî Cînpîng got ku temeniya wan ew e ku têkiliyên di navbera herdu welatan de dewlemend bin û pêşkevin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çevkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu û Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrewaniyê Ferîdun Bîlgîn beşdarî hevdîtinên di navbera heyetan de bûn.