Fatih Gazioğlu
24 Gulan 2017•Rojanekirin: 24 Gulan 2017
ANKARA
Serokomar Erdogan bi telefonê bi Rûhaniyê Serokomarê Îranê re axivî û ji ber serkeftina wî ya hilbijartinê pîrozbahî lê kir.
Li gor çavkaniyên Serokomariyê, Erdogan bi telefonê bi Rûhaniyê Serokomarê Îranê re axivî û pîrozbahî lê kir. Di axaftina herdu serokan de behsa têkiliyên Îran û Tirkiyê jî hat kirin.
Rûhanî 19yê Gulanê dîsa wek Serokomarê Îranê hatibû hilbijartin.