Türkan Tosun
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 04 Tebax 2017
TEHRAN
Serokomarê Îranê Hesen Ruhaniyê ku di hilbijartina meha gulanê de serkeftî bûbû bi merasimeke fermî dest bi wezîfeyê kir.
Merasim li Beytî Rehberê hat lidarxistin.
Wezîrê Karên Navxweyî Rehmanî Fazlî rapora ku der barê hilbijartina serokomariyê ya heyama 12emîn de hatiye amadekirin pêşkêş kir.
Piştî pêşkêşiya Fezlî metnê ku serokomariya Ruhanî pesend dike hat xwendin û Ruhanî bi vî awayî ji bo 4 salan wek serokomar dest bi wezîfeyê kir.
Ruhanî di merasimê de axivî û got ji bo pêşketina welêt siyaseteke nerm lazim e, ji bo têkiliyên di navbera Îran û welatên din jî hevkarî girîng e.
- Xamaney bal kişande ser aboriyê
Xamaney jî piştî Ruhanî axivî û got divê hikûmet di nav van çar salan de girîngiyê bide aboriyê.
Xamaney behsa pirsgirêkên navxweyî û herêmî jî kir û got divê rayedar li hember rexneyan nerm tevbigerin.
Ji bo wezîfeya nû ya Ruhanî, Xamaney jê re serkeftin xwest.
Di 5ê tebaxê roja şemiyê ji bo Ruhanî wê di meclisê de merasima sondxwarinê bê lidarxistin.