07 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî digel her yek Serokê Herêma Kurdistanê (HKI)yê Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî civiya.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya nivîsgeha Ebadî, di civîna ku li Hewlêrê digel Barzanî hat kirin da mijarên weke pêşrewiya hêzên ewlekariyê li Mûsilê û bihêzkirina hevxebatên di navbera Bexda û Hewlêrê hatin gotûbêjkirin.
Di dauyaniyê da hat destnîşankirin ku Ebadî piştî civîna li Hewlêrê serdana Silêmaniyê kiriye û digel Celal Talebanî serokkomarê berê yê Iraqê civiyaye. Di civîna wê derê jî behsa hevkariya di nava partiyên siyasî hatiye kirin û cext hatiye kişandin ku nabe rewşa Herêma Kurdistanê ji ya Iraqê cudatir bê nirxandin.
Biryar e Ebadî sibê li Silêmaniyê wê beşdarî 5emîn Korbenda Zanîngeha Amerîkan ya li Silêmaniyê bibe û gotarekê pêşkêş bike.