Hakan Çopur
08 Gulan 2026•Rojanekirin: 08 Gulan 2026
Serokê DYAyê Trump piştî ku xebatên nûjenkirinê yên kaniyeke nêzîkî Abideya Washingtonê nehirî, rojeva Îranê ji rojnamevanan re nirxand.
Trump got ku tevî êrîşên asmanî yên artêşa Amerîkayê, dijî 2 baregehên Îranê, danûstandinên bi rejîma Tehranê ra berdewam in.
Di bersiva pirsa aya lihevkirina digel Îranê nêzîk e yan na da Trump got, "Dibe ku anuha bibe. Dibe ku nebe jî lêbelê heye ku anuha çêbibe. Ez bawerim ew ji min zêdetir dixwazin ev lihevkirin çêbibe."
Trump bangawazî li Tehranê kir ku bila zû peymanê îmza bikin û got, "Heke demildest peymanê îmza bikin wê baş be. Heke neye îmzakirin, ewê gelekî biêşin."