Sevim Hatun
15 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
KILÎS
Komeke sûriyeyiyên ku dixwazin di Eyda Qurbanê de li welatê xwe bin, ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê derbas bûn.
Ji sûriyeyiyên ku ji ber şerê navxweyî welatê xwe terikandin qismek, danê sibê hatin ber deriyê sînor.
Sûriyeyiyên ku dixwazin di Eyda Qurbanê de li welatê xwe bin, ji ser sîstema rendevuyê ya online qeyda xwe çêdikin û digel ekîbên Midrûriyeta Ewlekariya Bajêr û Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr tên ber deriyê sînor.
Ji sûriyeyiyan Elî Mûsa ji rojnamegeran re axivî û got ku piştî 3 salan wê cara ewil here Cerablusê û pir bextewar e.
Mûsa wiha axivî: "2 sal berê ji Cerablusê hatim Tirkiyeyê. Serokomar Erdogan em ji wê zilmê xilas kirin, em minetkarên wî ne. Xwedê ji xelqê Tirkiyeyê razî be."
Rayedarên Midûriyeta Bajêr ên Îdareya Koçê got ku li gor texmînên wan wê rojane nêzî 3 hezar kesê derbasî Sûriyeyê bibin.