03 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2016
ANKARA
Li Diyarbekirê operasyona ku hêzên ewlehiyê li dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz dike, dewam dike. Terorîst di dîwarên malan ra qulên piçûk vedikin û tê ra guleyan berdidin hêzên ewlehiyê. Hat gotin ku ev rêbaza han li Kobanê jî dihat bikaranîn.
Operasyonên ku TSK û hêzên emniyetê li Diyarbekirê dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz dikin, dewam dike.
Li gor wêneyên ku ji hêzên ewlehiyê hatin peydakirin, operasyon digel sermayê dewam dike û hêzên ewlehiyê dev ji kozikên xwe bernadin, sobeyan li ber xwe vêdixin. Hingî ku operasyon dewam dike, zirara ku terorîst didin navçeyê jî zêdetir dibe.
Endamên rêxistina terorê malan dişewitîne, barîkatan datîne, hendekan dikole, agir berdide dibistanan. Li ser rêyan teqemeniyan bi cih dike û malan wek kozik bi kar tîne. Her wiha dîwarên navbera malan dişkênin û derbasî malên din dibin. Ji bo ku wesaîtên bêmirov ên esmanî dîmenê wan nekşînin, perde, brandaya dikşînin navbera mal û sikakan.
Di dîwarên malan ra qulên piçûk vedikin û tê ra guleyan berdidin hêzên ewlehiyê. Hat gotin ku ev rêbaza han li Kobanê jî dihat bikaranîn.