SELAHEDÎN
Hat ragihandin Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî telîmat daye ku milîsên şiî ji Tikrîtê vekişin.
Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Meclisa Bajêr a Selahedînê Casim Cebbara wiha got: "Îbadî piştî bûyerên dizî û talanê telîmat da ku milîsên şiî ji Tikrîtê vekişin."
Cebbara destnîşan kir ku wê milîs hêdî hêdî ji Tikrîtê vekişin û ewlehiyê bikeve destê polêsên herêmî û wiha got: "Wê ev bûyer dengê kesên ku dixwazin operasyona rizgarkirina Tikrîtê pîs bikin û DAEŞê derxin pakiyê, bibire."
Hatibû ragihandin milîsên ku tevlî rizgarkirina Tikrîtê bûne, dizî û talan kirine.