BEXDA
Heyder yek ji wan zarokan e ku piştî dagiriya DYAyê li Iraqê, sêwî ma. Dema bavê wî di teqînekê de mir, Heyder 8 salî bû, salekê piştî mirina bavê wî diya wî ya nexweş jî mir. Heyderê ku hem bê dê hem jî bê bav mabû demekê benîşt û desmal firotin. Lê piştî ku rastî xwediyê sêwîxaneyeke li Bexdayê hat, jiyana wî guherî.
Heyderê di wan 7 salên ku di sêwîxaneyê de derbas kir hem perwerdeya xwe berdewam kir, hem jî hînê cil dirûtinê bû. Heyder niha ji bo zarokên wekî xwe sêwî cilên cejnê didûre.
Heyderê ji bo ku bêtir sêwî dilşad bibin li ser makîneya dirûnê ranabe, çiroka xwe ji nûçegihana AAyê re qise kir. Heyder got "Ez piştî mirina dê û bavê xwe bê xwedî mam û li kolanan mam. Min li kolanan benîşt û destmal difirotin. Di wan rojan de Hîşam Beg ez dîtim û ez anîm vir, min hevalên din yên sêwî nas kirin û em bûn wekî malbatekê. Ev 7 sal in ez li vir im."
Heyder got ku "Xwediyê sêwîxaneyê Hîşam Zehebî kesekî gelek baş e û ji bo ku em di jiyana xwe ya mayî de muxtacî kesî nebin, pîşe hînî me kirin. Terzî anî wargehê û em hînî cil dirûtinê kirin, ez di 3 mehan de hînî cil dirûtinê bûm."
Heyder got ku ez bi hevalên xwe yên sêwixaneyê re diçim lîseya leylî û armanca min ew e ku piştî min dîplomaya xwe sitand, ez biçim zanîngehê.
"Ji arîkirina sêwiyan kêfxweş im"
Heyder li ser pirsa nûçegihana AAyê ya wek " Çima terzîtiyê dikî?" got ku "Dema ku ez arîkariya sêwiyan dikim kêfxweş dibim, ji bo vê ez hînî terzîtiyê bûm û ji bo hevalên xwe îşlikên spî û pantorên reş didûrim."
"Bila zarok terka mala xwe nekin"
Heyder got ku kolan ji bo zarokan baş nîne, bila zarok terka mala xwe nekin. Kesên ku bê xwedî dimînin bila serî li sêwîxaneyan bidin.
"Li Iraqê 4 milyon û 500 hezar sêwî hene"
Li gor texmînên Rêxistina Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê 4 milyon û 500 hezar sêwî hene. Li gor hikûmeta navendî ya Iraqê jî li welat milyonek û nîv zarok di kolanan de dijîn.