ANKARA
Di daxuyaniya Navenda Koordînasyonê ya Serokwezîrtiyê de hat destnîşankirin ku operasyonên li dijî rêxistinên terorê DAEŞ, PKK û DHKP/C yên ku ewlekariya neteweyî ya Komara Tirkiyeyê, hêzên ewlekariyê û hizûr û emniyeta welatiyên sivîl dixin hedefa xwe, li hundir û dervayê welat dewam dikin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di vê çarçoveyê de di hemleya asîmanî ya "Şehîd Cendirmeyê Serdar Arslan Kulaksiz" ya ku di şeva 28ê tîrmehê de hat îcrakirin de kampên rêxistina terorê PKKyê yên li hundir û dervayê welat (Zap, Metîna, Gara, Avaşîn-Basyan) yên ku wekî şikeft, penahgeh, sitirîn, depo û noqteya lojîstîk tên emilandin hatin lêxistin."