LONDRA
Hat ragihandin ku di qezaya teyareyê ya ku do li Îngiltereyê çêbû da kesên ji malbata Ûsame Bîn Ladîn jî mirin.
Balyozê Londrayê yê Erebistana Siûdî Mîrze Mihemed bîn Newaf El Siûd di hesabê xwe yê twîtterê da serxweşî da malbata Bîn Ladîn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Mîrze Mihemed bîn Newaf El Siûd ji bo qezaya ku li nêzîkî Balafirgeha Blackbushê çêbû serxweşiyê dide eqrebe û malbata Ladîn."
Wek mayîn hat destnîşankirin ku balyozxaneyê ji bo lêkolînkirina qezayê şandina Erebistana Siûdî ya cinazeyê kesên ku mirin bi wezîfedarên îngilîz ra xebat dan destpêkirin.
Nasnemaya kesên ku di qezayê da mirin nehat eşkerekirin, lê belê çapemeniya îngilizan diyar kir ku li gor agahiyên ku di çapemeniya Erebistana Siûdî da hatin weşandin xuşk û dêmariya Ûsame Bîn Ladîn jî di qezayê da mirin.
Do di saet 15.00î da li Hampshîreya herêma Îngiltereyê teyareyeke taybet di ser bazara wesayîtan da ketibû, di qezaê da yekê wan pîlot bi tevahî 4 kes miribûn. Hat destnîşankirin ku teyareya bi tîpa "Phenom 300"î ya malbata Bîn Ladîn a li Erebistana Siûdî ye. Teyareya ku ji Mîlanoya bajarê Îtalyayê rabibû li nêzîkî Balafirgeha Blackbushê dema ku peyayî erdê dibû ketibû.