Abdullah Tel
22 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
ANKARA
Misteşarê Pîşeya Parastinê Îsmaîl Demir diyar kir ku hêzên Tirkiyeyê yên li bejayê, yên li hewayê û him jî yên li behrê bi saya pergalên xwedîmerîfet ên bêmirov û neteweyî va wê bihêztir bibin.
STM ThinkTech a navenda fikrên teknolojîk a li Tirkiyeyê ya ewil e û ji hêla Şirketa Anonîm a Bazirganî û Endazyariya Teknolojiyên Parastinê va hatiye damezrandin bi serenavê "Eskerên Nû yên Dinyaya Dijîtal Dibe: Pergalên Bêmirov û Xwedîmerîfet" panel organîze kir.
Di panelê da li ser mijarên wek di pîşeya parastinê da veguherîna jîrbûna çêkirî, robotên gelek jîr ên pêşerojê û platformên nû yên bêmirov hatin nîqaşkirin.
Misteşarê Pîşeya Parastinê Îsmaîl Demir Serokê Prensîbên Planên Giştî yên Sererkaniyê Korgeneral Yavuz Turkgencî û hîndekarê Zanîngeha ÎTUyê Prof. Dr. Gokhan Înalhan jî beşdarî panelê bûn.
Demir di axaftina xwe da got ku niha di xebatên ji bo pergalên bêmirov da Misteşarî gavan zûtir diavêje û ji bo vê jî hewlên xwe didomîne.
Midûrê Giştî yê STMyê Davut Yilmaz jî destnîşan kir ku bi emilandina agahî, binesaziya teknolojiyê û ji hêza welatiyên xwe îstifadekirinê va Tirkiye di qada pîşesaziya parastina neteweyî da wê wezîfeyeke girîng hilde ser milê xwe.
Yilmaz got ku di pîşeya parastinê da veguherîna dijîtal bi lez û bez pêk tê û wiha pê da çû: "Emilandina teknolojiyên robotîk bi balafirên bêmirov va di qada eskeriyê da dest pê kir. Ev pergalên hanê ji keşfê bigire heta çavdêriyê ji dewriyeya bi çekdariyê heta tearûzên hesas û di operasyonên xilaskirinê da tên sepandin."