ÎSTANBUL
HASAN MEKKÎ/ABDULCEBBAR EBÛ RAS - Serokê Giştî yê Partiya Edaleta Gel a di koalîsyona îqtidarê de ya Malezyayê Enwer Îbrahîm pesnê rola pêşîkêş a Tirkiyeyê ya di mijarên mirovî de kir û diyar kir ku Tirkiye bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan dengê wijdana alema Îslamê ye.
Îbrahîmê ku Stenbol ziyaret kir daxuyaniyek da nûçegihanên AAyê û helwestên Tirkiyeyê yên di mijara doza Filistînê, misilmanên Arakanî û penaberên Sûriyeyî de destnîşan kir û got ku "Tirkiyeya bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan dengê wijdana alema Îslamê û welatên pêş dikevin e."
Îbrahîm got ku "Dema mijar edalet be Serokomar Erdogan tawîzê nade." û wiha axivî: "Di nav welatên dinyayê de birêvebiriyeke ku wekî Tirkiyeyê bi xizan û hewcedaran re wiha eleqedar dibe tune. Ya rast mijara bingehîn a hikûmetan wekî li Tirkiye, Endonezya, Malezya û Pakistanê temsîlkirin û meşrûiyeta wijdana gel û piraniyê ye."
- Têkiliyên Tirkiye Malezyayê
Îbrahîm qala têkiliyên Tirkiye û Malezyayê kir û got ku "Em hê jî di bin tesîra rejima borî ya kevneşopî de ne. Ji ber vê jî di têkiliyan de ji bo pêşketinê hewcedarî bi demê heye. Digel vê di navbera Enqere û Kuala Lumpurê de di warên hevkariya turîzm û veberhênanê de pêşketin dixuyê lêbelê di asta tê xwestin de nîne. Di hevdîtina min a bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re de me li hev kir ku em di van qadan de hevkariyê zêde bikin."
Îbrahîm der barê pêşniyaza Erdogan a ji bo ku di bazirganiyê de pereyê herêmî bê bikaranîn de diyar kir ku vê pêşniyazê pesend dike û got ku "Ev ji aliyê aboriyê ve gelekî maqûl e."
Îbrahîm got ku "Hegemonyaya dolarê zirar da gelek welatan" û destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê qet nebe di asta dualî de pereyê herêmî bê bikaranîn digel vê divê di têkiliyên bazirganiyê de dawî li xebata diyarkirina bihayan û ya biendeksa dolarê bînin.
- Malezyaya Nû
Îbrahîm qala "Malezyaya nû" ya heyama Mahathîr Mihemedê Serokwezîrê Malezyayê kir û got ku "Hûnê Malezyayeke demokratîktir, hember otorîteya hiqûqê bêtir rêz digire, bêtir girîngiyê dide azadiya çapemeniyê û aboriyê, her wiha lê gendelî û îxlalên otorîteyê tunin bibînin."
Îbrahîm diyar ki rku Malezya di salên 90î de stêrka Asyayê bû lêbelê pişt re ji ber gendeliyan geşahî û ewlehiya wê ji dest çû, di heyama Mahathîr Mihemed de Malezya dê bala xwe bide birêvebiriyeke baştir, li ser nirxên exlaqî bisekine, dê dahatûya wê ronaktir bibe.
- Pirsgirêka projeya rêhesinê ya di navbera Malezya û Çînê de
Îbrahîm têkiliyên Malezya-Çînê nirxand û da zanîn ku bi Çînê re ev dehan sal in ku têkiliyên wan ên baş hene, lêbelê ji ber projeya rêhesina beriya ku Mahathîr Mihemed eşkere bike ku dê ji ber deynan nikare maliyeta wê pêk bîne dê Çînê dest bi çêkirina wê bikira hin pirsgirêk hene.
Îbrahîm qal kir ku bi yek ji şirketên mezin ên Çînî ya ku dest bi projeya rêhesinê ya bi bihayê 15 milyar dolarî kir re hin pirsgirêk derketin, Malezya jî divê ji ber kêmasiya fînansê vê projeyê binirxîne û got ku "Lêbelê ev pirsgirêk nayê wê wateyê ku polîtîkaya me ya der barê Çînê de guheriye."
Îbrahîm diyar kir ku aboriya Çînê girîng e û dixwazin ku hecma bazirganiyê bê zêdekirin û xurt bibe û destnîşan kir ku derfeta Malezyayê heye ku ji Çîn û Amerîkayê veberhênanê bikşîne.
- Kuştina Kaşikçi
Îbrahîm helwesta Amerîkayê ya der barê kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî de nirxand û got ku "Nayê dîtin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di polîtîkaya derva de guh dide nirxên exlaqî."
Îbrahîm eleqeya çapemeniya Amerîka û Rojava ya ji bo bûyera Kaşikçi erênî dibîne. Îbrahîm qal kir ku helwesta hin siyasetmedarên komarparêz û demokrat ên di vê mijarê de jî erênî ye.
Îbrahîm helwesta Tirkiyeyê teqdîr kir û got ku "Her kes rola wêrek a Tirkiyeyê ya hember vê trajediya rûreşiyê de teqdîr dike. Dilê mirovan ji vê çalakiya hov û vê heyamê qewimîna bûyerên wiha dixele."
- Doza Filistînê
Îbrahîm der barê doza Filistînê û bûyerên piştî ku Amerîkayê Balyozxaneya Tel Avîvê kêşa Qudsê li Rojhilata Navîn qewimîn de axivî û destnîşan kir ku Amerîka girîngiyê nade mijarên der barê edalet û mafên mirovî yên bingehîn.
Îbrahîm qal kir dema doza Filistînê tê gotin qala bidestxistina axa gelê Filistînê, destdanîna ser milkên wan, zordestî, îxlalên mafan tê kirin û diyar kir ku Amerîka guh nade mijarên der barê edalet û mafên mirovan de.
Enwer Îbrahîm destnîşan kir ku divê birêvebiriyên li welatên Îslamê digel hin astengî û dijwariyan girîngiyê bidin dozên umetê.
Îbrahîm wek mînak ji aliyê Amerîkayê ve wek paytextê Îsraîlê nasîna Qudsê nîşan da û got ku ji ber polîtîkaya dîkteyê ya Amerîkayê di têkiliyên navneteweyî de hevsengiyeke adil tune.
Îbrahîm bal kişand ku ev biryara Amerîkayê yekalî ye, guh nedaye daxwaz, hest û hêviyên gelê Filistînê, civaka navnetweyî jî di vê mijarê de zehf "bi fikar" nîne, divê welatên Îslamê hember vê rewşê pêngavan biavêjin.
Îbrahîm qala pêşniyaza Serok Erdogan a ji bo reformekirina rêxistina Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir û got ku di NYyê de verastkirinên demokratîk tunin, hê jî mantiqê Şerê Dinyayê ya Duyemîn serdest e.
Îbrahîm got ku "NY piştî Şerê Dinyayê ya Duyemîn hat avakirin. Wê heyamê yên bi ser diketin û têk diçûn hebûn. Lêbelê niha rewş guherî. Dinya divê girêdayî hêzên mezin ên kevneşopî nemîne. Divê her kes guh bide vê pêşniyaza Serokomar Erdogan."
- Enwer Îbrahîm kî ye?
Enwerê 71 salî di rabirdûyê de di kabîneyên bi serokatiya Mahathîr de wek Wezîrê Darayiyê peywir kir piştî hevkêşiya xwe ya hêzê ya bi wî re di sala 1998a de bi sûcdarkirinên gendelî û lîwatayê avêtibûn hepsê. Enwerê ku di sala 2004an de ji hepsê derket di sala 2015an de bi heman sûcdarkirinan dîsa hatibû mehkûmkirin. Enwer parastibû ku sûcdarkirinên navborî hewla reqîbên wî ye ku şehtê li kariyera wi ya siyasî bixin.
Piştî ku Mahathîr hatibû îqtidarê Enwer di 16ê gulanê de bi efûya qraliyetê hatibû berdan û vegeriyabû siyasetê.
Danyal Balagopal Ebdullahê ku di hilbijartina giştî ya di 6ê gulanê de ji Partiya Edaleta Gel (PKR) ji bajarê Port Dicksonê wek parlementer hatibû hilbijartin meha borî eşkere kiribû ji bo ku Enwer bikare bikeve parlementoyê îstifa kir. Pişt re Enwer ji bo hilbijartinên navber namzediya xwe ya parlementeriyê eşkere kiribû.
Di hilbijartinên navberê yên ku dawiya hefteyê li Port Dicksonê hatin kirin de Enwer 31 hezar û 16 deng sitandibûn û bibû yekemîn û parlementerî heq kiribû.
Piştî ku Enwer ket parlementoyê li gor peymana ku bi koalîsyona Îtifaqa Hêviyê (PH) re hat kirin pêşiya wî vebû ku du sal piştî Mahathîr bikare serokwezîriyê bike.
Mahathîr Mihemed di hilbijartinên giştî yên ku di meha gulanê de hatin kirin de wek namzedê îtifaqa Hêviya Gel (Harapan Rakyat) yê partiyên mixalefetê Serokwezîr Necîp Rezaqê namzedê bloka îqtidarê têk biribû û piştî 15 salan hatibû îqtidarê.
Mahathîrê 93 salî yê ku di navbera salên 1981-2003yan de lii welêt serokwezîrî kir eşkere kiribû piştî ku du salên din serokwezîrî kir dê peywira xwe dewrî Enwer Îbrahîm bike.
news_share_descriptionsubscription_contact
