BRATÎSLAVA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Tirkiye êdî di nav guherîn û veguherînekê de ye. Îşlikê ku niha li me ye ji me re teng tê. Bedena me êdî vî îşlikî nikare li xwe bike. Ji vê saetê şunda îşlikê ku be me dikeve sazîbûneke îdariya nû ye û ev jî pergala serokatiyê ye."
Serokomar Erdogan di çarçoveya bernameya xwe ya ku wê sê welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ne ziyaret bike, derket gerê. Rawestgeha duyemîn a Serokomar Erdogan Slovakya bû. Erdogan li paytext Bratîslavayê di otêla ku bêhna xwe da de bangî welatiyên Tirkiyeyê yên ku hatin serdana wî kir.
"Êdî lazim e ku dahata me ya neteweyî trîlyon dolar be"
Serokomar Erdogan ragihand ku di hefteyên borî de çûbû serdana Karabuk, Denîzlî û Gazîantepê û li wê derê bû şahidê kelecana xelkê û wiha dewam kir: "Xelkê me bê sebr li benda 7ê hezîranê ye. Ez wisa bawer dikim ku Ewropa û dinya jî bê sebr li benda 7ê hezîranê ne. Lewra ez wisa difikirim ev dengê gavên guherîn û veguherînan in ku wê di sala 2023an de pêk bên. Em dahata xwe ya neteweyî du qatî sê qatî dikin û wezifeya xwe didomînin lê ev têrî me nake. Lazim e ku dahata me ya neteweyî bi trîlyon dolaran be."
Erdogan qala maf û azadiyên ku li Tirkiyeyê pêk tên kir û wiha pê de çû: "Di meseleya maf û azadiyan de welatê me gelekî bi pêş ketiye, binihêrin hûn qet guh nedin wan kampanyayên reşkirinê. Êdî pirsgirêka kurdan a li Tirkiyeyê nemaye. Me hemû polîtîkayên redkirin û asîmîlasyonê ji holê rakirin."
Serokomar destnîşan kir ku ji ber xuluqandina Xaliq ew ji mexluqan hez dikin û wiha pê de çû: "Li welatê me pirsgirêka birayê min ê tirk jî, pirsgirêka birayê min ê kurd jî ya abaza, boşnak, arnawit jî heye. Mesele ew e ku hin hêl dixwazin welatê me perçe bikin û em ê jî firsendê nedin wan. Em ê her tim piştgiriyê bidin hev, bibin yek û bi hev re tevbigerin û bi hev du re bibin Tirkiye. Ji ber vê jî em çar tiştan dibêjin, yek netew, yek ala, yek welat, yek dewlet û rabîa. Em ê bi ser kevin."