Ekip
07 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2017
ATÎNA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Em Tirkiye me çav bernedaye axa tu cîranê xwe."
Serokomar Erdogan piştî ku bi Serokomarê Yewnanistanê Prokopis Pavlopoulos civîna çapemeniyê ya hevpar saz kir bi Serokwezîrê Yewnanistanê Alesîs Çîpras ra hat bal hev.
Serokomar di axaftina xwe ya bi Çîpras ra kir da got ku Tirkiyeyê çav bernedaye axa tu welatekî cîran û wiha pê da çû: "Em Tirkiye me çav bernedaye axa tu cîranê xwe."
- Hevdîtina bi Serokomarê Yewnanistanê Prokopis Pavlopoulos
Erdogan digel Serokomarê Yewnanistanê Prokopis Pavlopoulos civîna çapemeniyê ya hevpar saz kir û daxuyaniyên giring dan.
Serokomar Erdogan diyar kir ku misilmanên Rojavayê Trakyayê hê nikarin sermiftiyê xwe hilbijêrin û wiha axivî: "Em çawa dikarin bêjin ku Peymana Lozanê hê tê sepandin. Naxwe Lozan nayê sepandin."
Serokomar Erdogan li ser vê mijarê wiha got: "Ez profesorê hiqûqê nînim, lê ez hiqûqa siyasetê baş dizanim. Di hiqûqa siyasetê da jî bi taybetî şertekî "rojanekina peymanan" heye û vê jî em dikarin bikin. Tenê divê welat li ser vê mijarê mitabiq bin. Li dinyayê gelek mînakên vê hene."
Ji bo endambûna Yewnanistanê li NATOyê jî wiha agahî da: "Eger me xwestiba hûn nedibûne endamê NATOyê. Çimkî mixalefeta welatekî ji bo endamtiya NATOyê astengî ye. Lê me wisa nenêrî. Me got ew cîranên me ne. Em îro jî wiha dinêrin."
Li ser dahata Yewnanistanê jî got: "Dema em li dahata neteweyî ya serê meriv li Yewnanistanê mêze dikin em dibînin ku dora 18 hezar dolarî ye. Dahata neteweyî ya xelkê Trakyaya Rojava dora 2 hezar û 200 dolar e. Di warê veberhênanê da gavên ku divê bên avêtin nayên avêtin û piştgirî nayê dayîn, li wê derê cudaxwaziyek heye. Li Tirkiyeyê hûn li dijî welatiyên min ên rûm sepaneke wiha nikarin bibînin. Di warê îbadetxaneyên wan da tu cudaxwaziyeke piçûk jî tuneye, lêbelê li Trakyaya Rojava ev yek li aliyekê, mimkun nîne ku peyva tirk jî bê nivîsandin."
Daxwaza Erdogan ji Yewnanistanê jî wiha bû: "Wekî Serokomarê Komara Tirkiyeyê daxwaza min ev e. Werin em li aliyê şûşeyê yê tijî binêrin, aliyê xalî bila bisekine û em minasebetên xwe bihêztir bikin. Ez ji vê ziyaretê hêvî dikim ku êdî 65 sal derbas bûn û ev ziyaret wê ji bona nêrîna pêşeroja me bibe wesîle."
Serokomar Erdogan li ser Trakyaya Rojava jî got: "Mîna berê min xwest ez vê carê jî seredana Trakyaya Rojava, seredana hevnijadên xwe bikim, lêbelê mixabin hin kes vê ziyaretê jî provoke dikin, ji broşurên tên belavkirin bigirin heya hin nîşaneyên ku li ser deriyên avahiyên vê derê tên xêzkirin. Helbet di nava her civakê da xalên erênî, xalên neyênî hene. Ew mijareke cuda ye, lê piştî 65 salan hîna jî ev kes cesaretî vê yekê dikin. Ez wer difikirim ku heger serokomarek were vir, wê demê divê e yek bên zeftkirin.
Ji bo Qibrisê jî Serokomar Erdogan wiha nirxandin kir: "Hedefa me wiha ye; Em li Qibrisê çareseriyeke mayînde, adil bibînin, em heman tiştî ji bo Egeyê bibînin. Ev, 'Di Lozanê da wiha bûye, wiha çûye...' Temam rast e, lê çi hewce dike divê em demildest bikin. Ne hêsan e, 94 sal derbas bûn di vê navberê da, di nav 94 salan da gelek tişt guherîn. Heke meriv li ser van bisekine, ez bawer dikim her du alî jî qebûl dikin ku divê gelek tişt bûbûna."