Türkan Tosun
01 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2019
Tirkiyeyê hişyarî da hêzên Xelîfe Hafter ên ku welatiyên Tirkiyeyê dîl girtine û got heke ew neyên berdan hêzên Hafter wê wek "hedefa meşrû" bên qebûlkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da ji hêzên Xelîfe Hafter hat xwestin ku ew welatiyên Tirkiyeyê berdin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li Libyayê dîlgirtina şeş welatiyên me yên ji hêla hêzên milîs ên neqanûnî yên girêdayî Hafter çalakiyeke eşkiyatiyê û cerdê ye. Em bendê ne welatiyên me heman bên berdan. Heke neyên berdan hêzên Hafterê wê wek hedefên meşrû bên qebûlkirin."