Mücahit Oktay
15 Nîsan 2026•Rojanekirin: 15 Nîsan 2026
Trump di çarçoveya hevpeyvîna digel Fox Newsê da, êrîşên Amerîka yên dijî Îranê û pêvajoya mizakereyên aştiyê nirxand.
Trump di mijara şerê dijî Îranê da tim îfadeyên dema borî bi kar anî û pirsên derbarê şer da yên wekî wê şer bi dawî bibe yan na wiha bersivand, "Wisa zen dikim ku hindik ma biqede. Yanî ez wisa dibînim ku pir hindik maye ku biqede."
Trump, "Hûn zanin, eger ez niha ji wir vekişim û derkevim, encax di nav 20 salan da wê bikaribin welêt rakin ser lingan. Ez wisa zen dikim ku ew ji dil û can dixwazin ku peymanekê çêbikin."
Trump biryara êrîşê ya artêşa Amerîkayê ya dijî Îranê nirxand û idia kir ku heger biryara êrîşê hilnede niha wê bi Îrana xwedî çekê nueklerê ra rû bi rû bimîne.
Serokê Amerîkayê Trump diyar kiribû ku hevdîta tûra duyem ya digel Îranê wê "di nav du rojên pêş me da bê kirin."