Türkan Tosun
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku hîn bibe di kampanyaya hilbijartinê ya serokatiyê ya 2016an de ji bo wî sîxur hatine wezîfedarkirin an na telîmat da Sermufetişê Wezareta Edaletê ku lêkolînê bike.
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê der barê hevdîtina di navbera rêvebirên payebilind ên saziyên herî girîng ên ku lêpirsîna Trump û Rûsyayê dişopînin de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Sanders got Trump bi Alîkarê Wezîrê Edaletê Rod Rosensteîn û Dîrektorê Îstixbarata Neteweyî (DNI) û Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) Dan Coats re hevdîtinek kiriye.
Berdevk Sandersê got Sermufetişê Wezareta Edaletê wê lêpirsîna ku dewam dike berfirehtir bimeşîne û ewê lêkolînê bike ka FBI û Wezareta Edaletê dema kampanyaya hilbijartinê dişopandin karên bêûsil kirine an na.
Sermufetişê Wezareta Edaletê wê bi taybetî lêkolînê bike ka FBIyê kampanyaya hilbijartinê ya Trump çawa şopandiye.
Trump di rojên dawîn de der barê lêpirsîna Rûsyayê de rexneyên xwe zêde kiribû û îdia kiribû FBIyê bi muxbîran va kampanyaya wî ya hilbijartinê şopandiye.
Trump Dozgerê Taybet Robert Mueller jî tund rexne kiribû.