Abdullah Tel
09 Adar 2018•Rojanekirin: 10 Adar 2018
WASHINGTON
Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump û Kîm Jong-unê lîderê Koreya Bakur wê di meha gulanê da bên bal hev û hevdîtinê bikin.
Şêwirmêndê Ewlehiya Neteweyî ya Koreya Başûr Chung Eui-Yong piştî hevdîtina bi rayedarên Amerîkayî ra li Qesra Spî daxuyanî da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê da Chung qala nameya ku Kîm ji bo di demeke kurt da bi Trump ra hevdîtinê bike jê ra şandibû kir û got: "Serok Trump ji bo ku Girava Koreyê wek mayînde ji çekên nukleerî bê paqijkirin wê di meha gulanê da bi Kîm Jong-un ra hevdîtinê bike."
- Koreya Bakur wê moşekan neceribîne
Chung destnîşan kir ku Koreya Bakur jî di vê pêvajoyê da ji bo neceribandina moşekan teahud daye.
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û piştrast kir ku wê Trump û Kîm di meha gulanê da hevdîtinekê bikin.