Önder Beyter
12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Qesra Spî ragihand ku Serokê DYAyê Donald Trump wê ji bo merasimên 14ê Tîrmehê Cejna Neteweyî seredana Fransayê bike û li wir herwiha wê ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron mijara "Sûriye" û "têkoşîna dijî terorê" biaxive.
Rayedarekî Qesra Spî di civîna xwe ya ligel rojnamegeran a ku kamera nehatin vekirin da der barê seredana Trump a Parîsê da agahî dan.
Rayedar diyar kir ku di hevdîtina Trump-Macron da wê gelek mijarên dualî û herêmî bên gotûbêjkirin û herwiha bi taybetî jî herdu lîder wê li ser rewşa dawîn a Sûriyeyê û têkoşîna dijî terorê nêrînên xwe parve bikin.
Hat ragihandin ku tê pêşbînîkirin, Trumpê roja pêncşemê bi Macraon ra qedera saetek û 15 deqîqan hevdîtinekê bike û dû ra bi hev ra derkevin pêşiya kamerayan û civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.