Serokatiya Ajansa Navenda Kordînasyon û Hevkariyê ya Tirkan a Serokwezîriyê (TÎKA) fitar da 3 hezar malbatên tirkmen ên ku li Konbajêra Yahyawayê ya li Kerkûkê dimînin.
Serokê TÎKAyê Serdar Çam hat Konbajêra Yahyawayê ya ku 20 kîlometro dikeve başûrê bajêr û pêlîstok belavî zarokên li kampê kirin.
Çam çend kon ziyaret kirin û bi penaberan ra axivî. Çam daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bi silavên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu hatin.
Çam diyar kir ji bo ku nîşan bidin ku bi munasebeta Remezanê dilê wan her dem bi penaberên tirkmen re ye, fitar dan. Çam da zanîn ku hin diyariyên ku ji Tirkiyeyê anîn belavî kampê kirin.
-"Tirkiye derfetên xwe seferber dike"
Çam qal kir Tirkiye ji bo ku der barê bûyerên dilsoj ên ku li herêmê diqewimin de aştî û aramî bê pêkanîn hewl dide ku li hemû dinyayê raya giştî derxîne û wiha axivî: "Tirkiye gelek derfetên xwe seferber dike. Heyva Sor a Tirkan û AFAD bi taybetî di mijara arîkariyên acîl û mirovahiyê de hewl dide ku hem piştgirî bide mêvanên li Tirkiyeyê hem jî welatên hawirdor."
Çam qal kir ku TÎKA bêtir di mijara pêşketin, perwerdeya ku tê berdewamkirin û tenduristiyê de xebatan dike û wiha axivî: "Di çarçoveya rewşên acîl ên ku vir qewimîn em jî ji par ve hewl didin ku di qadên cur bi cur ve xebatan bikin. Em di çarçoveya agahî û daxwazên ku me ji rayedarên vir sitandin de bi derfetên di destê xwe de hewl didin ku arîkariyê bikin."
-"Me xwest em peyam bidin ku ew tenê nînin"
Çam da zanîn ku remezan meha parvekirin û muhasebeyê ye û di vê çarçoveyê de her kes çi di destê wan de heye divê parve bikin û wiha axivî:
"Em divê ji bo derfet û nîmetên ku hatin dayîn tefekurê bikin û şikr bikin. Tabî şikr bi awayekî xalî nabe. Remezan heyameke wisa ye ku em divê bi awayekî ku em bikarin heqê wê nîmetê bidin û êşên kesên din hîs bikin û tefekurê bikin. Em jî ji bo ku bên vir û bi xwe re muhasebeyê bikin, heza manewî ya ku divê em bistînin û heqê ku aidê van deran e bidin hatin vir."
Çam destnîşan kir ku bi vê fitarê peyameke girîng dan û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me xwest ku em bi 3 hezar malbatên ku li konbajarê dikin û di heman demê de jî peyama hûn tenê nînin bidin. Em bi gelê xwe yê ku digihêje 80 milyonî, bi dewleta xwe re çi ji destê me tê em vir in."
-"Li tevahiya welêt koç diqewime"
Çam bi bîr xist ku li tevahiya Iraqê hevdîtinên cur bi cur kirin, bi taybetî di mijara karên ku tê di mijara tenduristî û perwerdeyê de bên kirin de lêkolînan dikin û eşkere kir ku di encama îstişareyan de dê pêngavên ku biavêjin diyar bikin.
Çam bal kişand ku li tevahiya welêt koç çêdibin û ev rewş jî çêkirina karên mayînde zehmet dike û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Projeyên me bêtir piştî ku penaber bi cî bûn der barê çandinî û ajalvaniyê de ne. Jiyan berdewam dike û em dixwazin ku qet nebe bila ji aliyê aboriyê ve bikarin li ser piyê xwe bisekinin û bigihêjin hêzeke aboriyê. Me ji vir ji Tirkiyeyê re ji bo ku xebatên der barê pîşehînkirinê de bên kirin bernameyên perwerdeyê pêşniyaz kirin. Pêşniyazên me yên wekî ku ciwan bên Tirkiyeyê, perwerdeyê bistînin û bibin xwedî meslek hene."
-"Tirkiyeyê îspat kir ku ligel me ye"
Endamê Lijneya Birêvebirinê ya Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) Elî Mehdî jî diyar kir ku xwarin û vexwarin diqedin lê belê dostaniyên manewî naqedin û wiha axivî: "Tirkiye bi hebûna xwe ya manewî îspat kir ku ligel me ye. Xwarin dan 3 hezar malbatî. Tirkiyeyê îro bi me re xwarin xwar. Tenê xwarin nedan û neçûn. Rûniştin û îro bi me re xwarin xwarin. Leşkerên Îran û Amerîkayê hene. Divê leşkerên tirkan jî vir bin."
Ji penaberên ku li kampê xwarin xwar Hesen Elî got ku Tirkiyeyê ji vekirina kampê heta niha her dem arîkariya wan dikin û arîkariyên cur bi cur belav dikin.
Elî diyar kir ku di meha remezanê de ji ber hewaya germ gelekî zehmetiyê dikşînin û got ku "Ji serî remezanê heta niha me cara ewil saya serê Tirkiyeyê fitareke xweş kir. Em spasiya birayên xwe yên ku vê fitarê dan dikin."
Serqonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mehmet Akîf Înam, Endamê Lijneya Birêvebirinê yê ETIyê Elî Mehdî, Parlementerê ETIyê Aydin Merûf, rayedarên Heyva Sor a Tirkan û hin nûnerên dînan a li Kerkûkê beşdarî fitarê bûn.