BERLÎN
Li Ewropayê hilbijêrên ku li dervayî welêt dijîn ji bo hilbijartina gişkî dest bi dengdayînê kirin û dikarin hetanî 31ê gulanê rayên xwe biavêjin.
Hat ragihandin ku li Almanyayê di roja ewil da 4 hezar û 800 ray hatin avêtin. Rayên ku hatin avêtin xistin telîsan û danîn odeyên ewledar.
Di roja ewil a hibijartinê da hilbijêran li Berlîn, Hamburg, Hannover, Dusseldorf, Essen, Munster, Koln, Frankfurt, Maînz, Karlsruhe, Stuttgart, Munîh û Nurnbergê rayên xwe avêtin.
Li Berlîna paytextê Almanyayê 140 hezar hilbijêr hene û di roja ewil da rayên ku li 8 sandiqan hatin avêtin xistin telîsan û danîn odeyên Serkonsolosxaneyan ên ku bi awayî tên kilîtkirin.
Dema ku telîsên rayan danîn odeyan nûnerên partiyan û Serkonsolosê Belînê Başar Şen jî li wê derê bûn.
Serkonsolosê Berlînê Şen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di hilbijartinê da roja ewil derbas kirin û dengdayînê 24 rojan dewam bike. Di roja ewil da 700 kesî dengê xwe da û li tevahiyê sandiqên li 13 konsolosxaneyan 4 hezar û 800 hilbijêrî raya xwe avêt.
Şen destnîşan kir ku ev cara ewil e ku welatî li vê derê ji bo hilbijartina gişkî ya parlementeran da raya xwe diavêjin û zehf kelecan in û beriya vê jî di hilbijartina serokomariyê da dengên xwe dabûn.
Şen diyar kir ku berê bingeha hilbijartinê test kirine û di roja ewil da tu pirsgirêk derneketiye.
Li Almanyayê hema bêje milyonek û 400 hezar hilbijêr hene.
Di roja ewil a hilbijartinê da li Danîmarkayê jî hin welatiyan Tirkiyeyê ray avêtin.