07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
ANKARA
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve da wiha hat gotin: "Parlementoya Îsraîlê qanûna ku destûrê dide 4 hezar xaniyên ku li ser erdên taybet ên welatiyên Filistînê hatine çêkirin qebûl kir, em vê şermezar dikin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li erdên Filistînê yên dagirkirî çêkirina avahiyan zirarê dide çareseriya dudewletî ya ku di 23ê berfanbara 2016an da bi biryara hejmara 2334an ku li Konsêya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî hatibû qebûlkirin, ev siyaseta ku Îsraîl didomîne bi tu awayî nayê qebûlkirin.