Berdevkê Wezareta Karên Derve Tanju Bîlgîç diyar kir ditirsin ku ji herêma ku dikeve xeta Azaz-Mare-Helebê koçeke nû çêbe û got ku ji ber bargiraniya ku dê bi koça muxtemel derkeve bangî civaka navneteweyî kir ku tiştekî bike.
Bîlgîç di civîna ku li wezaretê kir de bersiva pirsên rojnamevanan da û der barê pevçûnên ku li Helebê diqewimin de nirxandina; ev pevçûn pevçûnên biçûk in wisa mezin nînin ku koçeke nû çêbe.
Bîlgîç ji aliyê din ve bal kişand ser zêdebûna serjimara herêma ku dikeve rojavayê xeta Azaz-Mare û Helebê û got ku haj bi koça dibe ku êrîşeke muxtemel a DAEŞê derxîne holê hene. Bîlgîç wiha axivî: "Li vê herêmê 4-4,5 milyon mirov dijîn. Di vê çarçoveyê de di rastiyê de gelekî girîng e ku DAEŞ û rejim vir bên astengkirin ku giraniya serjimara wir ber bi bakur ve ber bi sînorên me ve neyê."