MARDîN
Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistana Iraqê Xalid Doskî got: "Em dixwazin pêwendiyên Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê (ZAM) û zanîngehên Herêma Kurdistana Iraqê xurttir bibe."
Doskî Arîkarê Rektorê Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê (ZAM) û Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof Dr. Kadrî Yildirim di meqamê wî de ziyaret kir.
Doskî di ziyaretê de daxuyand ku ew ji ber beşa kurdî ya ZAMê hatine Mêrdînê û wiha axivî:
"Me xwest ku em van karên baş ji nêz ve bibînin. Em dixwazin pêwendiyên Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê (ZAM) û zanîngehên Herêma Kurdistana Iraqê xurttir bibe. Em hewl didin ku li ser xebatên di navbera zanîngehan de biaxivin. Em sipasiya Kadrî Yildirim û tîma wî dikin ku bi awayekî germ em pêşwazî kirin."
Arîkarê Rektorê Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê (ZAM) û Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof Dr. Kadrî Yildirim jî daxuyand ku qasî ku 30 xwendekarên ji Herêma Kurdistanê di zanîngeha wan de perwerdeyê dibînin û 7 mamosteyê wan jî li herêma Kurdistanê doktorayê dikin.
Prof. Yildirim behsa bandora erênî ya pêvajoya çareseriyê jî kir û wiha axivî: "Him beşa me ya kurdî, him hikûmeta Tirkiyeyê û him jî siyaseta Iraqê pir girîngiyê didin pêvajoya çareseriyê. Wek kurdolojî çi ji destê me bê em ê ji bo pêvajoyê bikin."