Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry hat Bexdaya paytextê Iraqê.
Tê çaverêkirin ku Kerry, Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, Serokwezîr Heyder el-Îbadî, Wezîrê Karên Derve Îbrahîm Ceferî û berpirsyarên sunî û şiiyan re hevdîtinê bike.
Kerry wiha gotibû: "Ez ji bo têkoşîna li hember DÎŞIyê li hemû dinyayê koalîsyona herî mezin pêk bînim diçim Rojhilata Navîn."
Ji bo avabûna hikûmeta nû ya Iraqê jî Kerry wiha gotibû: "Îro êdî hikûmeteke yekgirtî ya Iraqê heye. Ev him ji bo Iraqê û him jî ji bo hewldayînên li hember rêxistina terorê DÎŞIyê gelekî girîng e."