Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu li Qudisê bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laurent Fabius re hat bal hev.
Beriya hevdîtinê Netanyahu daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku di navbera Îsraîl û Filistînê de tenê bi mizakereyên rasterast û bêyî pêşmerc ve aşitî dikare were pêkanîn û wiha got: "Bi biryarên Neteweyên Yekbûyî û yên dereke yên bi zordestiyê ve aşitî nayê."
Netanyahu Filistînî sûcdar kirin ku nêzîkê hevdîtinên rasterast nabin û wiha xeberda: "Heger (hêzên dereke) li ser Îsraîlê zordestiyê bikin, ev kêr nayê û dê aşitiyê jî bêtir dûr bixe."
Fabius jî îdiaya ku li ser Îsraîlê "zordestiyeke dereke" heye red kir û wiha got: "Tu niyeteke me ye wisa tune ku em midaxeleyê awayê mizakereyan bikin."
Fabuis di çarçoveya tûra xwe ya rojhilata navîn de Îsraîl jî ziyaret kir û di axaftina xwe de wiha bal kişand: "Hevdîtin, mijara herdu mizakerevanan e. Lêbelê ev nayê wê wateyê ku dê piştgiriya navneteweyî tunebe."
Fabius bal kişand ku wî wisa hîs kir ku herdu alî jî dixwazin ku dest bi mizakereyan bikin. Fabius got ji bo ku em vê hewlê bikaribin bikin însîyatîfeke baş em ê bi YE, DYA û Rûsyayê re gotûbêj bikin.