HEWLÊR
Wezîrê Karên Derve yê Komara Çekan Lubomir Zaoralek bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.
Zaoralek di çarçoveya têkiliyên xwe yen li Iraqê de hat Hewlêrê. Serokê Dîwana Serokatiya HKIyê Fûad Huseyîn û Berpirsyarê Karên Derve yê HKIyê Felah Mistefa li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê pêşwaziya Zaoralek kirin. Zaoralek di avahiya serokwezîrtiyê de bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya ku li malpera fermî ya hikûmeta HKIyê hat dayîn, Zaoralek di hevdîtina xwe ya bi Barzanî re de kêfxweşiya xwe ya ji ber pêşketina Herêma Kurdistanê anî ziman. Zaoralek got ku li HKIyê di nav Rojhilata Navîn a ku wir gelekî şidet diqewime de birêvebiriyeke ewledar û biîstiqrar hatiye avakirin.
Zaoralek dubare kir ji bo ku herêma Kurdistanê têkoşîna xwe ya bi terorê re çêtir bike dê Komara Çekan arîkariya çekan berdewam bike û wiha axivî: "Em wek welat amade ne ku perwerdeya leşkerî bidin pêşmergeyan. Em ji bo ku herêma Kurdistanê li hemberî terorîstan serbikeve amade ne ku çi ji destê me bê bikin. Herêma Kurdistanê dê di demek gelek nêz de bigihêje silametiyê. Pêşketin û gumrahiya HKIyê dê berdewam bike."
Zaoralek destnîşan kir ku welatê wî ji aliyê aboriyê ve jî ji bo pêşketina herêma Kurdistanê dikare piştgiriyê bide û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em ji bo ku bikaribin xebatên bazirganiyê yên hevpar îmze bikin, bi nûnerên sektora taybet û şirketan re hatin. Ev hevalên me di mijarên birêvebiriya sermayeyê û şêwirmendiyê de dikarin xebatên baş bikin."
Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku Komara Çekan ji serî heta niha ji aliyê madî û manewî ve gelek piştgirî dan û wiha axivî: "Herêma Kurdistanê ji gel û hikûmeta Komara Çekan re spasdar e. Em gelek girîngî didin têkiliyên xwe yên leşkerî, siyasî û aborî yên bi vî welatê re. Em bazara taybet a ku ji Komara Çekan hat jî erênî dibînin. Em ji bo ku bikaribin xebatên xwe bikin amade ne ku bi her awayî arîkariya wan bikin."
Barzanî di hevdîtinê de têkoşîna ku li dijî terorîzmê dan qise kir.
Barzanî diyar kir ku li dijî DÎŞIya rêxistina terorê di seranserê sînor de têkoşînê didin û wiha axivî: "Rêxistina terorê ji bo herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn tenê tehdît nîne. Ji ber wê divê hemû alî ji bo berterefkirina vê xetereyê bi awayekî hevpar tevbigere."
Barzanî der barê têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got dixwazin ku bi rêya diyalog û muzakereyê bigihêjin encamê û destnîşan kir ku hêvî dikin ku lihevkirin ji bo berjewendiyên hemû hêmanên li Iraqê be.
Komara Çekan berê arîkariya çekan û cebilxaneyê dabû birêvebiriya herêma Kurdistanê.
Zaoralek di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Iraqê de di nav rojê de li Bexdayê bi Serokomar Fûad Mesûm, Serokwezîr Heyder el-Îbadî û Wezîrê Karên Derve Îbrahîm Ceferî re hevdîtin kiribû.