BEXDA
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf, hat Bexdaya paytextê Iraqê.
Zarîf di çarçoveya xebatên xwe yên fermî de dê bi Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî, Serokê Parlementoya Iraqê Ûsame el-Nûceyfî û Wezîrê Karên Derve Hoşyar Zebarî re bê bal hev.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin dê di hevdîtinan de li ser mijara têkiliyên her du welatan, mijara Sûriyeyê û pirsgirêkên herêmî bisekinin.