Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yê ku li Sirûca navçeya Rihayê ye 24 saetan bi 16 kamerayan tê kontrolkirin. Bi kamerayên li deriyê sînor hin caran bûyerên li Kobanêyê jî tên teqîbkirin.
Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê demekê berê ji ber pevçûnên li Kobanêyê zirar dîtibû û hatibû girtin û ji vir mehek berê hat tezekirin. Di xebatên tezekirinê da deriyê ji polayê bi sîstema rêhesinê hat biquwetkirin û ji bo ewlehiyê jî li der û dora derî jî kamera hatin bicîkirin.
Bi sîstema kamerayê va herêm 24 saetan bi 16 kamerayan tê kontrolkirin û hin bûyerên li Kobanêyê jî tên qeydkirin. Êrîşa ku rêxistina DAEŞê îro destê sibê bi wesayîta bombebarkirî biribû ser Kobanêyê jî bi van kamerayên li sînor va hat qeydkirin.
Wek mayîn xêncî van kamerayan bi kamerayên li rasta gumrikê û yên li qereqolên nêzîk va jî 24 saetan xeta sînor tê qeydkirin.