HEWLÊR
Hat ragihandin ku pêşmergeyên ku li Kobanêyê li dijî rêxistina DÎŞIyê piştgiriyê didin komên kurdan ew ê di çend rojên pêşiya me da bên guherandin.
Berdevkê Çapemeniya Wezareta Pêşmergeyan Hêjar Mergeyî daxuyani da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Em ê pêşmergeyên ku ev meh û nîvek e li Kobanêyê şer dikin biguherînin û di dewsa wan da koma 3yan a ku ji 150 kesî pêk tê bişînin Kobanêyê."
Mergeyî diyar kir ku ji bo derbasbûna pêşmergeyan li hêviya bersiva hikûmeta Tirkiyeyê ne, piştî hevdîtinên ku hewce dikin yekîneya pêşmergeyan yê derkeve rê.
Piştî êrîşên rêxistina DÎŞIyê yên li ser Kobanêyê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ji bo ku piştgiriyê bidin komên kurdan ên li Kobanêyê di 28ê cotmeha 2014an da yekîneyeke ku ji 150 pêşmergeyan pêk dihat şandibû Kobanêyê. Koma 2yan jî di 3yê rêbendana 2014an da li Kobanêyê dest bi wezîfeyê kiribûn.