Derya Gülnaz Özcan
27 Sibat 2022•Rojanekirin: 01 Adar 2022
Hat ragihandin ku Yewnanistan wê li ser Polonyayê ra ji Ukraynayê ra alavên eskerî û alîkariya însanî bişîne.
Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Serokwezîriyê ya Yewnanistanê hat dayîn, bi serokatiya Serokwezîr Kîryakos Mîçotakîs û beşdariya Wezîrê Parastinê yê Yewnanistanê Nikos Panayotopulos û Sererkan Konstandinos Floros civîn hat kirin.
Di civînê da hat gotin ku Mîçotakîs der barê rewşa Ukraynayê da agahî hilda û wiha hat gotin, "Yewnanistan wê wekî bersiva daxwaza Ukraynayê bi mitefîqên xwe yên NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE) ra îstişare kir û wê ji gelê Ukraynaya ku di tengasiyê da ye ra bi 2 C-130î va alavên eskerî bişîne Polonyayê."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku îro ji herêmê ra alîkariya însanî jî wê were şandin.