Abdullah Tel
14 Hezîran 2019•Rojanekirin: 16 Hezîran 2019
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji ber êrîşên li Kendava Umanê li dijî tankêrên neftê hatin kirin Amerîka bi peşklêxistina dîplomasiyê sûcdar kir.
Zerîf ji ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku Amerîkayê li Kendava Umanê êrîşî ser tankêrên neftê kir û ji ber êrîşê jî Îranê sûcdar dike, delîlên rasteqîn nîşan nade.
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf di peyama xwe da Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Bolton, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, Prensê Welîehd yê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman û Prensê Welîehd yê Abû Dabiyê Mihemed Bîn Zayîd wek endamên Tîma Byê nîşan da.
Zerîf di peyama xwe da got ku Amerîka bêyî delîl êrîşî tankêran kir û wiha pê da çû: "Amerîka bêyî pêşkêşkirina delîlên rast û yekser li hemberî Îranê îdiayan diavêje meydanê, Tîma Byê hewlên dîplomatîk ên Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe yên li hemberî Îranê dike hedef û ev jî nîşan dide Amerîka derbasî merheleya peşklêxistina dîplomasiyê bûye."