TRABZON
Waliyê Trabzonê Abdîl Celîl Oz civîna çapemeniyê li dar xist û got ku wan der heqê êrîşa ku li ser otobêsa kewrana Fenerbahçeyê hat kirin de ji sê kesan agahî xwest.
Oz daxuyand ku van sê kesan agahiyên curbecur dan û wiha pê de çû: "Piştî lêkolîn, delîl, şahid, îstixbarat û xebatên din, em li ser 2 kesan sekinîn. Yek ji van bi otobêsê konvoyê re ji Rîzeyê derketiye, der heqê yê din de jî delîl hene ku wî bi çekê êrîş kiriye. Me ev her du serê sibê binçav kirin."
Nasnameya gumanbaran kifş bû
Hat gotin ku gumanbarên ku hatin binçavkirin Nîhat S. (38) û Emre A. (27) ye.
Hat tesbîtkirin ku gumanbarek di nav konvoyê de bûye û piştî êrîşê gumanbar dîmenên otobês û cihê bûyerê kişand.