HEWLÊR
Teşkîlata Îstixbaratê ya Herêma Kurdistana Iraqê êrîşa xwekujiyê ya li dijî avahiya Walîtiya Hewlêrê wek "çalakiya terorê" bi nav kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Teşkîlata Îstixbaratê di êrîşa ku 5 kes mirin û 29 kes birîndar bûn de têkiliya DÎŞIyê heye û wiha hat gotin: "Ev êrîşa bêbext ji ber ku dijmin têk çû, pêk hat. Birayên me yên pêşmerge her roj li eniyê derbeyên xedar li terorîstan dixin. Ji ber ku terorîst nikarin destê xwe dirêjî Kurdistanê bikin û bi dest bixin, çalakiyên wiha dikin."
Ji ber ku Herêma Kurdistanê rê li ber welatiyên ku ji herêmên din ên Iraqê tên vedike, terorîst derbasî herêmê dibin û wiha hat gotin: "Ev rêdayîna ji bo welatiyan ji bo ewlehiya Kurdistanê dibe talûke. Em wek Teşkîlata Îstixbaratê bangî yekîneyên hikûmetê û gel dikin ku ji bo ewlehiya Kurdistanê baldar bin. Bi her awayî agahiyê bidin me."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku der heqê êrîşa li dijî Walîtiya Hewlêrê de lêkolîn dan destpêkirin û sûcdar bên qefaltin.