Önder Beyter
07 Gulan 2019•Rojanekirin: 08 Gulan 2019
Li Sûriyeyê duh bi şev di êrîşên bejayî û asîmanî yên rejima Beşar Esed û hevalbendên wê yên dijî deverên li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê da 8 sivîl hatin kuştin
Rejima Esed û hevalbendên wê, ji nîvê şevê vir va li dijî navçeyên li bakur û rojavayê Hemayê Latamine, Kefer Zîta û Kifrenbudeyê, gundên Şehrenaz, Eş Şirîa û Es Sirmaniyê, li rojhilatê başûr û rojavayê başûrê Îdlibê jî navçeya Kifrenbilê, bajarokê Kinsafrayê û gundên El Habit, Um En Neyîr, Has, Ras El Eyn El Kinîde, Ureynîbe, Şînanê, li rojavayê Helebê jî Kefer Naha û Zahret El Madaînê ji beja û asîman êrîşan dikin.
Ji ser hesabê medyaya civakî yê çavdêrxaneya balafiran a mixalifan a der heqê êrîşên asîmanî yên dijî Kefer Naha, Zahret El Madaîn û gundê Um En Neyîrê da wiha hat gotin, "Balafirên şer ên Ûris ji Baregeha Himeymîm a li Lazqiyeyê rabûn."
Ekîbên parastina sivîlan di bin bombebarana gur û germ da xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin û herwiha tirs heye ku hejmara kuştî û birîndaran zêde bibe.
Di êrîşên dijî deverên li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê yên 5 rojên dawîn da herî kêm 71 sivîl hatin kuştin.
Di rapora Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya meha nîsanê da hatibû destnîşankirin ku di êrîşên rejima Esed da 127 sivîl, di êrîşên asîmanî yên Rûsyayê da jî 13 sivîl hatin kuştin.
Hêzên rejimê ligel rêkeftina Soçiyê, êrîşên xwe didomînin. Ew berpirsyariya Rûsyayê ku di çarçoveya peymana Astanayê da bû garantorê rejima Esed, heye ku rê li êrîşên rejimê bigire. Mixalifên eskerî jî di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ku 17ê Îlona 2018an hatibû îmzekirin da çekên xwe yên giran di 10ê Cotmeha 2018an da ji herêmê derxistibûn.