Artêşa DYAyê 5 êrîşên nû birin li ser hedefên rêxistina terorê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) yên nêzî Bendava Hadîseyê.
Fermandariya Hêzên Navend a DYAyê (CENTCOM) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku bi balafirên şer êrîş birin li ser DÎŞIyê. Di êrîşan de 4 wesayitên tîpa "hûmvee", 4 wesayitên biçek dagirtî, mewziyek şer, mewziyek fermandayînê û mewziyek parastinê hatin îmhakirin.
Hat ragihandin ku hemû balafirên ku beşdarî operasyonê bibûn, bi awayekî ewledar ji herêmê dûr ketin.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku artêşa DYAyê di tevahiya Iraqê de heta niha 143 êrîşên hewayî kirin.