Rayedarê Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgurtû) Ebubekir Elî, îdia kir ji bo ku Mesûd Barzanî 2 sala dîsa serokatiya herêmê bike partiyên siyasî yên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê li hev kirin.
Elî di daxuyaniya xwe ya ku li ser medyaya civakî dabû de diyar kir ku ji bo dirêjkirina dema wezîfeya Barzanî YNK, Goran, Yekgirtû û Komelê mixalefet kiribûn lê tevgera xwe guherandin.
Elî destnîşan kir ku wezîfeya Barzanî di 20ê tebaxê de temam dibe lê partiyên siyasî ji bo ku Barzanî 2 sala dîsa li ser wezîfeyê bimîne li hev kirin. Elî diyar kir ku hetanî hilbijartineke giştî Barzanî wê li ser wezîfeya xwe be.
Daxuyaniya ku Ebubekir di malpera fermî ya PDKya ku serokê wê Barzaniye de jî hat weşandin.
Li herêma Kurdistanê ji bo dirêjkirina dema wezîfeya Barzanî dibê partiyên di parlamentoyê de li hev bikin û biryarê bidin.
Di xeberên ku do di medyaya herêmî ya kurdan hatin weşandin de hatibû gotin ku di mijara dirêjkirina dema wezîfeya Barzanî de Îranê YNK û Tevgera Goranê razî kir.