ŞAM
Hat îdiakirin ku hêzên Esed li herêma Harestaya Şamê "gaza klorê" bi kar anîn û di encamê de 2 kes mirin û gazê bandor li 20 kesî kir.
Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyeyê (SRGC) daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku hêzên rejimê bi gaza klorê êrîşî Harestaya di bin kontrola muxalifan de kir.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku di êrîşê de 2 kes mirin û gazê bandor li 20 kesî jî kir û diyar kirin ku kesên ku gazê bandor li wan kir vereşiyan, bibîkên çavên wan mezin bûn û bêhna wan çikiya.