Haydar Şahin
25 Îlon 2026•Rojanekirin: 25 Îlon 2026
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ra da destnîşan kir ku bêewlehiya heyî ya li Tengava Hurmuzê encameke rasterast a "neanîna cî ya sozên xwe û kirina sûcan" a DYAyê ya li dijî Îranê ye.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva; Eraqçî û Lavrov di çarçoveya Lijneya Giştî ya 81emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) da li New Yorkê civiyan.
Di civînê da digel rewşa hevkariya dualî ya di warên siyasî, aborî, bazirganî, veguhastin û enerjiya di navbera Îran û Rûsyayê da û mijarên hemahengiya di astên saziyên navneteweyî da, geşedanên li herêmê jî hatin gotûbêjkirin.
Eraqçî derbarê rewşa hevdîtinên di navbera Îran û Ummanê da yên ji bo avakirina rêyeke ewle ya derbasbûna keştiyan a li Tengava Hurmuzê û hewldanên navbeynkaran ên ji bo gihandina mercên pêwîst ên ji bo vegera li pêvajoya dîplomatîk a bi DYAyê ra, agahî dan hevtayê xwe yê Rûs.
Eraqçî diyar kir ku bêewlehiya heyî ya li Tengava Hurmuzê encameke rasterast a "neanîna cî ya sozên xwe û kirina sûcan" a DYAyê ye û daxuyand di pêvajoya lihevkirinê ya ji bo bidawîanîna şer da Îran bi niyeta baş tevgeriya ye.
Eraqçî got welatê wî "bi ewasiya di qada dîplomasiyê de nîşan dide, biryardar e ku berjewendî û ewlehiya xwe ya neteweyî biparêze û rê li ber DYAyê bigire ku Tengava Hurmuzê ji bo tehdîtkirina ewlehiya neteweyî ya Îranê bi awayekî xirab bikar bîne."
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov jî helwesta welatê xwe ya derbarê aloziya di navbera DYA û Îsraîlê bi Îranê ra anî ziman û tekezî li ser giringiya pabendbûna hemû welatan a li gorî hiqûqa navneteweyî û pênasên Peymana Neteweyên Yekbûyî kir.