Ahmet Dursun
26 Gulan 2026•Rojanekirin: 26 Gulan 2026
Wezareta Karên Derva ya Îranê ragihand ku DYAyê bi awayekî eşkere agirbesta berwext binpê kir.
Wezareta Karên Derva ya Îranê derbarê pevçûnên li derdora Tengava Hurmuzê ya ku ev 2 roj e di navbera hêzên Îran û DYAyê berdewam in da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Artêşa terorîst a DYAyê di nava 48 saetan da, li herêma Hurmuzganê bi awayekî eşkere agirbest binpê kir."
Hat destnîşankirin ku ewê Îran tu êrîşkariyê bê bersiv nehêle û di xweparastinê da dudilî nebe.