Tolga Akbaba
20 Îlon 2026•Rojanekirin: 20 Îlon 2026
Fermandariya Biryargeha Navend a Xatemul Enbiyayê ku yekeya birêvebirina şer a Artêşa Îranê ye, daxuyand ku li gor agahiyên hatin ber destê wan, Amerîkayê bi pesendkirina hin welatên herêmê biryar daye ku cardin êrîşî Îranê bike.
Fermandariya Biryargeha Navend a Xatemul Enbiyayê der barê mijarê da daxuyanî da û wiha got, "Heke Amerîka cardin li dijî Îranê xeta bike, hemû çavkaniyên wê yên li herêmê û cihên ku unsûrên Amerîkayê lê ne, wê bê îstisna bibin hedefa êrîşan."
Her wiha di daxuyaniyê da hat gotin, heke welatên herêmê jî li ser rêça Amerîkayê tevbigerin, wê wekî şirîkên xerabiyên Amerîşkayê werin qebûlkirin û di vê rewşê da divê "li benda aqlê selîm" ê Artêşa Îranê nesekinin.
Ji aliyê din va Fermandarê Hêzên Bejayê yên Artêşa Îranê Tuxgeneral Elî Cîhanşahî diyar kir ku yekîneyên sînor ên welatê wî li dijî tehdîdên muhtemel amade ne.