Haydar Şahin
04 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2024
Li Îranê hejmara kuştiyên 2 teqînên cuda yên li eyaleta Kirmanê yên nêzîkî goristana merzelê Qasim Silêmanî lê ye, wekî 84 hat rojanekirin û hejmara birîndaran jî wekî 284 hat ragihandin.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNAyê, Wezîrê Karên Navxweyî Ehmed Wahidî yê piştî êrîşa terorê çû Kirmanê, der heqê bûyerê da daxuyanî da.
Wahidî qala hejmara kuştiyan kir ku piştî teqînê ewil wekî 103 kuştî hatibû ragihandin û dû ra jî wekî 95 hatibû rojanekirin, got ku li gorî daneyên tiba edlî hejmara kesên hatin kuştin 84 e.
Wahidî bal kişand ku piştî teqînê ji bo birîndaran 119 emeliyatên tibî hatin kirin û ji birîndaran rewşa hinekan giran e.
Wahidî her wisa bal kişand ku di bûyerê da 284 kes birîndar bûn, piştî yên ji bo malên wan hatin şandin, hejmara birîndarên li nexweşxaneyan 220 e.