03 Gulan 2017•Rojanekirin: 04 Gulan 2017
MÛSIL
Hat ragihandin ku 3 milîtanên PKKya rêxistina terorê ku cara 2yan hewldan qîzeke 12 salî ji Şengala navçeya Mûsilê birevînin, hatin qefaltin
Berpirsê ewlekariyê yê girêdayî Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ku bo ewlehiya Şengalê dixebite Aştî Koçer ji nûçegihanê AAyê re got ku milîtanên PKKya rêxistina terorê li bajaroka Sinûnê hewl da bo revandina qîzeka êzdî ya ku hêzên ewlekariyê wê diparêzin birevînin.
3 milîtanên ku hewl dan zaroka qîz birevînin hatin qefaltin.
Koçer got ku bavê zaroka êzdî 2 roj berê bi zora çekê qîza xwe xilas kiribû û wiha dewam kir:
Milîtanên Yekeyê Berxwedana Şingalê (YBŞ) yên girêdayî PKKyê çend roj berê qîzeke êzdî revand. Li ser vê bavê wê bi darê zarê qîza xwe xilas kir û bo parastinê ew radestî hêzên ewlekariyê kir. Li ser vê milîtanên YBŞyê avêt ser navenda asayişê, xwestin zaroka qîz birevînin. Hêzên me her sê milîtan qefaltin."
Koçer destnîşan kir ku ev ne cara ewil e zarokek tê revandin û wiha xeberda: "PKK zarokan dike nav rêxistinê, ji bilî vê jî li Şengalê dibe sebebê wê yekê ku di nav milet de dubendî çêbe û fitne derkeve."