BRUKSEL
Wezîrê Karên Derva yê Îzlandayê Gunnar Sveînsson biryara hikûmetê ya dev ji endamtiya YEyê berdanê bi peymanekê da Wezîrê Karên Derva yê Letonyaya Serokê Serdemê yê Yekîtiya Ewropayê (YE).
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Îzlandayê da wiha hat gotin: "Hikûmet êdî Îzlandayê wek welatê namzed nabîne û ji YEyê dixwaze ku êdî bira li gor vê biryarê di tevgeran da be. Hikûmet bi vê biryarê va îlan dike ku êdî hukmê sozên ku hikûmeta berê di mizakereyên tevlîbûna YEyê da dabû tune."
Îzlandayê di 16ê tîrmeha 2009an da ji bo endamtiyê serî li YEyê xistibû, salekê şûn da mizakereyan dest pê kiribû lê belê di hilbijartina 2013an da Partiya Serbixwebûnê û Partiya Pêşketinê piraneya rayan sitandin û hikûmeta koalisyonê ava kirin. Herdu partî jî li dijî endamtiya YEyê ne. Brûkselê gelek hewl da ku Îzlandayê ji vê biryarê vegerîne lê belê tu tiştek bi dest nexist.
Îzlanda tevlî Yekîtiya Bazirganiya Serbest a Ewropayê, Herêma Schengen û Rasta Aboriyê ya Ewropayê bibû, di mizakereyan da di navbera YEyê û Îzlandayê da pisgirêk derketibûn. Rayedarên YEyê ji Îzlandayê ra gotibûn ku masiyan zêde digrin û divê li gor kotayê masiyan bigrin. Li ser vê yekê jî Îzlandayê gotibû ku di masîgiriyê da tecrubeya wan ji YEyê zêdetir e ji ber vê jî divê YE li gor wan di tevgeranda be.
Îzlanda di navbera Atlantîka bakur û Behra Cemedê ya Bakur da cî digre û 320 hezar nifûsê wê heye. Îzlanda ji bo sitratejiya qutbê ya YEyê cihekî zehf girîng e.