Ömer Varlık
14 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2026
Li Deşta Mûşê rakirina silqên ku 1600 hilberîneran li ser 50 hezar donimî danî, dest pê kir.
Qismekî zêde yê pêdiviya şekirê Tirkiyeyê ji Mûşê dertê. Li Mûşê silqên ku 1600 hilberîneran danî, tên rakirin.
Silq li ser 50 hezar donimî hatin danîn û tê payîn ku nêzî 300 hezar ton silq bînin fabirqeyê.
Midûrê Giştî yê Şirketa Anonîm a Sanayiya Hilberîna Şekir Turgut Kizilkaya diyar kir ku ji ber baran û şert û mercên demsalê îsal kampanyaya kirîna silqan dereng dest pê kir.
Kizilkaya daxuyand ku baranê nehişt ku cotkar herin serê zeviya xwe û wiha dewam kir: "Fabirqeya me wê ji roja înê pê va dest bi hildana silqan bike. Em li bendê ne ku îsal nêzî bihayê milyarek û 100 milyon lireyî 300 hezar ton silq were kirîn. Tevî melas, kuspe û hilberîna şekir û naqliyeyê ev reqam ji 2 milyar û nîvî derbas dibe."
Servet Ozdemirê ku li gundê Kumlucayê cotkariyê dike jî got ku ew ji xêr û bereketa îsal razî ne.